Siyamend Oskulî - Ez Dîn Kirim
wêneyê hunermendî:ê 79 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Siyamend Oskulî - Ez Dîn Kirim

Ez dîn kirim herdu çavên belek bi car de
Birîndar im ji evînê ji zeman de
Sozê dilan nevim dîlbera min
Min ji bîr meke
Te dibînim di xewnê de

Bejna zirav, porê tarî ji rengê şevê
Te ji bîr nakim, ranazim heta sibê
Dilê min li cem te ye, lê şêrînê
Te ez kuştim, şewitandim bi agirê evînê

Xem û xeyal min dirivînin
Ez xwe nizanim
Evîndarê te me, bi soz û peyman im
Çavê min li riya te ye, lê delalê
Bi hesreta dîtina te me, şewqa şemalê

Nizam çi bêm çi diyar kim ji dilê xemgîn re
Evîna te agir dada di dilê min de
Dîsa min go; xemlîn e, lê şêrînê
Evîna te dijwar e wek derya xwînê

Derd û kulêm gelek bûn
Te da ser de
Agir berda mala min ji wê demê de
Ez bûm koçerê vê felekê, ey keça kurdan
Dilê te kevirek parçe dikê dilan

Ji ber çava narê bejin û bala te
Min go berkî dilê te wek dilê min e, lê
Gurçika te ji polat e
Dil ji hesin e
Min go berkî dilê te wek dilê min e, lê lê lê..
Gurçika te ji polat e
Dil ji hesin e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?