Şiyar û Dijwar - Çûka Serê darê
wêneyê hunermendî:ê 166 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şiyar û Dijwar - Çûka Serê darê

Hey lê çûka serê darê
Te xwe daye vê quntarê
Çi digerî vê biharê
Te li ku wenda kiriye yarê

Çi digerî li van milan
Tu dixwînî wek bilbilan.
Tu dixwîni şewlûkan
Min jê girtî êşê dilan
Te li ku wenda kiriye yarê
Min jê xwarî êşê dilan
Te li ku wenda kiriye yarê

Wekî kurka li ser çûkan
Wek dayika li ser sêwîkan
Mihacir bû li ber tirkan
Te li ku winda kiriye yarê
Penaber bû li ber romiyan
Te li ku winda kiriye yarê

Biger' belkî tê bibînî
Êşê dilan jê bistînî
Navê yara min siltan e
Kulîlka deşt û çiyan e

Hey lê çûka serê darê
Te xwe daye vê quntarê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?