Şiyar û Dijwar - Nisêbîna Rengîn im
wêneyê hunermendî:ê 116 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şiyar û Dijwar - Nisêbîna Rengîn im

Nisêbîna rengîn im,
Azad im her dem jîn im,
Li hember kedxwarîyê,
Serê xwe natewînim.

Di dilê hilala zêrîn,
Kulîlka bês nahrîn im,
Felsefa azadîyê,
Ya bi goşt û hestî mim

Dergûşa mirovahîyê,
Bi destên xwe min hejand,
Hezar zor û zehmetî,
Li dû xwe hişt min xwe gîhand.

Her ketim cardin rabûm,
Di her carêm xwe welidand,
Weke teyrê Sîmûrgê,
Ji arîyê min xwe afirand.

Mihelmî Dom û Suryan im,
Kurd im ez Êzidî mim,
Misliman û Mesihî,
Pir ol û pir çandî mim.

Bi berxwedan û serhildan,
Min deng da hemû cîhan,
Ez im dayika şehîdan,
Wan xweşmêr û wan egîdan.

Bi xum xum û awaz im,
Çemê Binisra ez im,
Li ser Çiyayê Bagokê,
Li Omerîyan deng berz im.

Doh hebûm, îro he me,
Her hebûm, ezê hebim,
Nisêbîna rengîn im,
Ew cîh û warê qedîm.

Şîrove: Şiyar û Dijwar
Gotin û Muzîk: Kemal Yiğit
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?