Strango - Dînê Yarê
wêneyê hunermendî:ê 50 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Strango - Dînê Yarê

Di ber min re diborî
Por li ber bê dihejî
Aqil nema di mejî
Yar...

Awirên te bûn xençer
Di hinavan diçe der
Dil tijî kul û keder
Yar yar...

Çav li rêya te dikim
Tu bang bikî ez werim
Ji kêfan ez bifirim
Yar yar...

Maçek bide ji lêvan
Ez ê bibim dînê çolan
Ez dînê te me
Yar...

Gotin û Muzîk: Strango
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?