Strango - Ey Mela Namê Te
wêneyê hunermendî:ê 171 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Strango - Ey Mela Namê Te

Ey mela namê te ye xemset'eser
Tu bi şi'ra ne te gotî xwe dikî qend û şeker

Durrê nasufte dihûnî me nedî mislê te qet
Ne di semtê 'Ecemî de ne di iqlîmê Teter

Ev çi şi'r û xezel û medh û senayê xwe dikî
Di civatan we dibêjî me bi te'n û bi xeber

Ev çi teqlîd û şitat in çi bitat in tu dikî
Serî vê ra dihejînî bi dused ax keser

Tu dizanî Finika te ne mekanê xezelan e
Çi buha têne meta'ê te eya bê ser û ber

Dest û payan ji berê zêde bikî dê te bikim
Mislê Hemmadê Ereb her wekî Sêx anî bi ser

Ahmed im sînesîper pêşberê tîra felekê
De'wedarê te me îro tu ji dehlê were der

Helbest: Melayê Cizîrî
Muzîk: Strango
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?