Strango - Pîrê Ber Meyxanê
wêneyê hunermendî:ê 48 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Strango - Pîrê Ber Meyxanê

Rengê mûm û find bi ronî
Ez tenê perwane me

Herkesî dinya divêtin
Ez tenê dîwane me

Bejn û bala nûgihayî
Tiştekî kêm tênehin

Lê tenê ez dilbijê
Dêmên ji rengê dane me

Meygera ava heyatê
Mexbeçoka meyfiroş

Kûpekî bîne ji min ra
Pîrê ber meyxanê me

Da meya sade binoşim
Min divê dostek hebî

Ey evîna dil di bendê!
Serxweş Û mestane me ez

Sofiyê bê ney û mey
Naçi civîna mexbeçan

Ez li jorê wê civatê
Pîrê sergerdane me ez

Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Strango
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?