Strango - Were Keçê Tu Zanî
wêneyê hunermendî:ê 314 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Strango - Were Keçê Tu Zanî

Lolo bavo tu zanî w’ez kurmancî nizanim
Welle keçê tu zanî w’ez erebî nizanim

T’ez kuştim t’ez helandim agir berda vî canî
Te’z kuştim te’z helandim agir berda vî xanî

Were lêlê were lêlê, were lêlê ax were were
Min b’xwilama sîng û bera

Keçik dî li nav titûnê agir berda qelûnê
Ez ê l’bextê te û xwedê were l’mala me rûnê
Bextê te û xwedê me were l’baaa mi rûnê

Ez ê te birevînim bavêjim îskenderûnê
Were were were , xwilama sîng û bera

Çavreşê gulîsorê çavreşê gulîsorê
Fîstanê te dirêje ketye ser kevya gorê
W’ez ê keçkê birevînim b’kotekî b’darê zorê
W’ez ê keçkê brevînim bim’bajarê Stenbolê
W’ez ê keçkê brevînim w’ez bibim Enadolê

Were were were, were were ax were were
mi’b qurbana sîng û bera
Heyata mi’b canê te re , here qîzê w’ez bi te re

Gotin û Muzîk: Miradê Kinê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?