Strango - Xayînê
wêneyê hunermendî:ê 55 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Strango - Xayînê

Himbêzek ramûsan man li keviya çêm
Te gotibû îşev ez têm
Îşev ,beriya hîv dagere kevan…
Ma gund raneza,ma sa ranezan
Xayînê tê bihata
Dilê min sed carî di sînor de werbû

Tu bihata,kaniyek din li Xanikan zêde d’bû
Tu bihata ,Nêrgizlokê j’êvar de rêber bû
Tu bihata xewlecî bû binê pirê;
kîjan xofê nehişt ku tu bidî rê
Xayînê ,tu bihata
Ev dil,li dû te Binxet nedibû!

Helbest: Arjen Arî
Muzîk: Strango
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?