Strango - Xem û Xeyal û Dêrsim û Akrê
wêneyê hunermendî:ê 108 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Strango - Xem û Xeyal û Dêrsim û Akrê

Xem û xeyalê te ez revandim çol û bêlana te ez gerandim
ji ber te sotim tez şewandim bayê evîna te ez hejandim

dildarê royê di sîngê te me bi çeleng û çakî mêvanê te me
ji ber fermana te heleste me sûnd bi serê te, te ez helandim

Dêrsim û Akre ji taca tebî
Sîpan û Cûdî du birhên te bî
Ormî, derya Wan du çavên te bî
Rondikê çavên te ez pêlandim

Şingal û Bêxêr du biskên te bî
Sindî û Gulî kepiyên tebî
Geliyê Elî jî devê tebî
Du awirên çavên te’z weşandim

Dîcle û Fûrat du kezyên tebî
Kerkûk û Hewlêr du sîngê tebî
Sersing û Şeqlaw du lêvên tebî
Şêrîn zimanê te’z bezandim

Gotin: Omerê le'lê
Muzîk: Mihemed Şêxo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?