A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Swara Ilkhanizadeh - Dûy Rêbendan
Gotinên Stranan

Swara Ilkhanizadeh - Dûy Rêbendan

Bîrewerî dûy rêbendan
Demxate ser beste û bendan
Rêbendanî rênwêne
Le dagîrker serşêwêne
Hellat, hellat le hemû diyaran
Pê pilîkey dêw, textî taran‌
Dujminî kurd cê pêy lêje
Ba bigêrrîn gerrelawêje

Ho ho şiwane be nexmey terr û parawut
Be billwêrî le xem û derda sûtawit
Barûjêne giyanî xewtûy gezîzey herd
Be (swaro)êk, be (heyran)êk, damirkêne billêsey derd

Ho ho cûtêr çewsawey xeman
Xalle! rêbwarî xeyallit nîştecê bû
Xeman neman
Be areqî nêw çawanî berz û terzî kirêkaranit
Çinarî hîwa başîn bê
Le kozî rûy derdedaranit
Ey kiçî ciwan!
Ey yezdanî dawên pakî!
Dîlanî bigêrre
Beser çû
Dîlî û zelîlî û xemnakî
Ew hewrîyey le dewrî darit pêçawe
Le dewrî destit hallêne
Be dem sûrranî semawe
Şayî degerrê le hemû dêyan
Giyan hatiwete asoy gwêyan
Dîlan degerrê le hemû mallan
Pîrozbayî le hawallan

Rêbendan. . . !
Bew zistanem dill behar e
Le hemû sinûran hawar e
Le dujminan rêbendan e
Bo kurdewarî gowendane
Şayî nedar û hejar e
Ewcar hejar xoy serdar e

Mellbend beharî têzawe
«qazî» ‌mezin herwek kawe
Hêzî komellî le pişte
Hewday xawî hîwa gişte
Qurîng çiley zistan debirrin
Çawyan le kurdistan debirrin
Be pol gullî le şetawan
Dexemillênin dem çomawan
Bîstûme le konepiyawan
Sergurîştey xawen nawan:
«le sexilleta xoşî diyarin
Her zore kujey zordarin» ‌
Nezîley bapîran waye
«şew bo mêrdan wek qellaye»

Şewey şew leşî guşîbuwîn
Rêbendan rêgay tenîbuwîn
Giyanman xara be derd û êş
Rêgay azadîn girte pêş
Paş çend sall le nûr dûrîman
Hellbû çiray cemhûrîman

Ba bigêrrîn zemawendê
Ba botan billêm serbendê
Ewcar çînî fela û kirêkar
Qet nallên xozgeman be par
Derî hawît towî dijî
Rencber bijî
Bijî
Bijî

Siware îlxanî zade
Taran, rêbendanî 1968
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?