A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Swara Ilkhanizadeh - Şar
Gotinên Stranan

Swara Ilkhanizadeh - Şar

Gullim dillim pirr e le derd û kull
Dellêm birrom le şareket
Dellêm be camê awî kanyawî dêyekem
’îlacî kem kullî dillî pirrim,
Le derdî întîzareket
Dellêm birrom le şareket

Werrez bû giyanî min le şar û harre harrî ew
Le rojî çillkin û nexoş û taw û yawî şew
Dellêm birrom le şareket
Le şarî çaw le ‌ber çiray niyon şewareket

Birrome dêyî ke mange şew bizête naw gizem
Çilon bijîm le şareket
Ke pirr be dill dijî gizem
Le şareket, ke remzî asin û minareye
Melî ewîn xewareye
Dellêy le dewrî dest û pêm
Ewey ke têl û tan û rayelle, kelepçeye
Şareket ke mendî dûkelle
‌ke dête der le mallî dewllemend
We tîşkî bê‌gunahî xoretaw exate bend

Le her şeqam û kûçeyek
Şeporrî şîne dê berew dillim
Destî germî aşna nîye ke eyguşim
Destî çêwî‌ye
‌le şareket zelîle şêr gullim
Awî rêwî‌ye
Be her nîgayek û petayeke
‌dellêm birrom le şareket
‌dellêm birrom le şareket

‌dellêm birrom le şareket gullim
Le şarî to, le banî
’erşe qonderey dirraw
Şareket, aske ciwanekem
Teske bo ewîn, bo xefet heraw

Gullim, herêmî zong û zel
Çilon ebête carre ‌gull
Kê le şarî to
Le şarî qatillî hejar
Gwê edate ayetî perrawî dill?
Minê ke goçî tawî germî
Ber dewarekey ’eşîretim
Be daretermî kûçekanî şa‌reket
Ranehatuwe leşim

Binarî pirr beharî dê rengî sûr û şîn
Eda le şî’r û ’atîfey geşim
Dellêm birrom le şareket gullim
‌dellêm birrom le şareket
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?