Tahsîn Taha - Bêrîvanê
wêneyê hunermendî:ê 774 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Tahsîn Taha - Bêrîvanê

Bêrîvanê mal wêranê
Şêrînê wey bê xudanê

Zerka te bo çî vala ye
Meşka te bo çî qetya ye

Bêrivanê mal wêranê
Şêrînê wey bê xudanê

Pezê te bo çiyê mite
Belavê ev ro kit kite

Berîyê bêje şivanê
Guh bide pezê xudanê

Berîvanê mal wêranê

Bêrîyê bêje bêrîya
Esmer û can û zerîya

Nêzîke ew bihar bêtin
Ew bihara pez bizêtin

Bêrîvanê mal wêranê

Berîyê qêr ke strana
Da te nakeyn êş û jana

Em ji tirsê qet namirin
Em ji tirsê qawîmtirin

Bêrîvanê mal wêranê
Şîrove
logo
Avî Sebrî 23-07-2023 02:35:22
Ez di bejim Tahsîn Taha di bejît Em ji birsê qet na mirîn Em ji tirsê qawimrrîn

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?