Tahsîn Taha - Ho Şirînê Balavî Ye
wêneyê hunermendî:ê 138 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Tahsîn Taha - Ho Şirînê Balavî Ye

Ho şirînê balavî yê
Ho torînê xoştivî yê
Riwîbara pêll pêll diburin
Qet dê hêt pêla hîvî yê

Qet dê hêt ew pêla jimêj
Em jiber wê ser êş û gêj
Da pê bişiwîn cilik û sera
Da ne mînin bêhn û qirrêj

Şirînê xoşke agirî
Geşke wek baba gorr gorrî
Balava bi germava xoşe
Da ji xoşiya bikem girî

Da bişwî jarê bo jara
Kuştiyêt dîtina bohara
Bo dilêra.. Bo feqîra
Bo şehîda û birîndara

Belatînkêt ronahiyê
Têhinî yêt ava kehiniyê
Da bişiwîn bo ewan kesa
Xodanêt rêka rastiyê

Helbest: Dr. Bedirxan sindî
Awaz û Gotin: Tahsîn Taha
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?