Tahsîn Taha - Nêrgiza Şehla
wêneyê hunermendî:ê 199 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Tahsîn Taha - Nêrgiza Şehla

Diber bisikara nêrgiza şehla
Keziyêt vehînay şur bûn li ser mila
Dilê min kerkir caniya wan xala
Bejna şux û şeng kemer lê ala

Dilê tijî ye ji birîn û kula
Ji herdû ruyên wekî surgula
Dil birîndar kir min guti bila
Bila, bila, dê bila

Duhi êvarî diber min ra burî
Tîrêja çava kuştim bi zurî
Berê xu da min pîçek bişkurî
Ez gêj û mest bîm dilê min burî

Demê hişyar buîm minê jinwy zanî
Ez û tu bitinê mabûyin bê xudan
Nêrgiz dirêjikir bu min nîşanî
Ew xuş derman bû bu vy giyanî

Helbest û Awaz û Gotin: Tahsîn Taha
Sal: 1974
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?