A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Tara Jaff - Her Warek Bi Bilbilek
Gotinên Stranan

Tara Jaff - Her Warek Bi Bilbilek

Xem nîne ew bilbil e
Evîndarê sor gul e
Bêper û bêperwaz e
Dilê wî jî bi kul e

Gula wî yekê sor e
Sed dirî li derdor e
Bo çi bijart gula han
Bidestxistin pir zor e

Her ware bi bilbilek
Her bilbilek bi gulek
Her warek bi bilbilek
Her bilbilek bi dilek

Her cikas sîtemkaran
Bi tundî û bi deran
Çîm û perwaz şikandin
Lê gul neda neyaran

Bilbil hêla Botan
Îro li te zivistan
Wê bihara te jî bê
Wer dê bike gulistan

Her ware bi bilbilek
Her bilbilek bi gulek
Her warek bi bilbilek
Her bilbilek bi dilek
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?