A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Tara Jaff - Simfonyay Guman
Gotinên Stranan

Tara Jaff - Simfonyay Guman

le dergam meye ezîzem
em hêminiye meşêwêne
ba gullî reşî min bijîn?
her bêdengî daristanî em sere bû
le kiranewey xunçeyekya eşqyan sûtan

le dergam meye ezîzem, taze be ser çû
le asmanî a em dille ser sameya
çî balindey eşq heye seferyan kerd
nayenewe?

lem heware bo satekîş
werzê niye cêy byetewe
çend pelle hewr ta dwa firmêsk
dabarîn w paranewe
neyantwanî gulle zîrekanî naw dilim aşt kenewe

lêm bibûre em dergaye nakrêtewe
maçî jehir w destî mis
swêndî diroy ser ber malle çilkinekan
dergakanyan lê kilîl dam

le roj başa xoryan le ber pêm ser birî
le şew başa awenêy mang le ber çawma hellyanweran
çi estêrey awaz heye le eşqêkma hellyanfiran
swêndî diroy ser ber malle çilkinekan
dergakanyan lê kilîl dam

le dergam meye ezîzem
lem hewarî gumane da
ne reşebaye helleka
ne şewnimê arayişî baximeka
elqey yeqîn serînekey
lê kirdime cêgay guman

le dergam meye ezîzem, taze be ser çû
keştîyekî bêçarox em
xom dawete dem şepolêkî serşêt
w hellimegirê... bo ebedî
berew tarîkî derûnî xomim eba...
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?