Temo Nasir Bedirxan - Gernasê Mameş
wêneyê hunermendî:ê 368 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Temo Nasir Bedirxan - Gernasê Mameş

Sê zarok xwaş tên bê deng û qêrîn
Dengê pir şeng û perî û şêrin
Ka betlê memed ji rûstemê beyar
Bijî Kurdistan bijî Kurdistan

Hêstirê wan nên destê wan girin
Rê wendakirina, ne bajar ne gund
Ka betlê memed ji rûstemê beyar
Bijî Kurdistan bijî Kurdistan

Serê wan gewer, piyê wan tazî
Bi dengekî zîz tev dikin gazî
Ka betlê memed ji rûstemê beyar
Bijî Kurdistan bijî kurdistan

Min destê wan girt gelo hûn kîne
Go em çi bêjin, her sê sêwîne
Ka betlê memed ji rûstemê beyar
Bijî Kurdistan bijî Kurdistan

Her sê sêwîne, lê rê nizanin
Bavê me kuştin em bê xwedanin
Ka betlê memed ji rûstemê beyar
Bijî Kurdistan bijî Kurdistan

Gava wer gotin dilê min kelî
Dengê me dagirt newal û gelî
Ka betlê memed ji rûstemê beyar
Bijî Kurdistan bijî Kurdistan

Kanîn himbêzî her sê perîşan
Dengê me bûye qerîn û giryan
Ka betlê memed ji rûstemê beyar
Bijî Kurdistan bijî Kurdistan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?