Temo Nasir Bedirxan - Vê Dûriyê
wêneyê hunermendî:ê 83 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Temo Nasir Bedirxan - Vê Dûriyê

Vê dûriyê ez dîn kirim, eman ji destê dûriyê
Vê dûriyê ez dîn kirim, hawar ji destê dûriyê
Şerpeze û bê dîn kirim, aman ji destê dûriyê
Şerpeze û bê dîn kirim, hawar ji destê dûriyê

Dûrî ji pêta agirî dil girtiye û qet nemirî
Herdem ji ber nal û girî hawar ji destê dûriyê
Herdem ji ber nal û girî aman ji destê dûriyê

Tirsim ji te pir dûr kevim, dîsa di axa kûr kevim
Nav pencê mar û mûr kevim, hawar ji destê dûriyê
Nav pencê mar û mûr kevim, aman ji destê dûriyê

Vê dûriyê em da kirin, çavên belek winda kirin
Em girtiyê derda kirin, hawar ji destê dûriyê
Em girtiyê derda kirin, aman ji destê dûriyê

Çavên di reş dêmên gulî, biskan xwe da ser wî milî
Tîr dane dil çi bikim gilî, hawar ji destê dûriyê
Tîr dane dil çi bikim gilî, aman ji destê dûriyê
Hawar ji destê dûriyê, aman ji destê dûriyê

Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Temo Nasir Bedirxan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?