A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Teq û Req - Xewnereşk
Gotinên Stranan

Teq û Req - Xewnereşk

Dareke tuyê me
Li ber devê çemekî hişk
Ji zemanekî
Şên û şilmayî
Li ser şaxên min meytên
Hêlanên zarokan
Li ba dibin
Di şeveke sayî

Kuçeyeke tarî me
Li bajarekî mezin
Di canê min de
Evînên bihizn
Mirovên reşgirêdayî
Ji xewnên biçûkan
Bi lempeyan
Çûkan didizin

Helbest: Sedat Çeçen
Mûzîk: Yunus Orak
Sererastkirin: Teq û Req
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?