Teq û Req - Bêrî
wêneyê hunermendî:ê 109 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Teq û Req - Bêrî

Tu li kîjan çolistanê bî
Kanî diherikin li wir
Tu li kîjan gulistanê bî
Sorgul dicivin li wir
Ez têhniyê wan kaniya me
Ez li benda wan dema me

Li min bû barek ev bêrî
Bes e tu êşan medêrî
Tu li kêmasiyan nenêrî
Ji bo min bes û têr î
Ez gorî bes e ev zorî
Va ye ev dem jî li me borî

Gotin: Yunus Orak
Mûzîk: Erdal Dağhan
Sererastkirin: Teq û Req
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?