Teq û Req - Çûko
wêneyê hunermendî:ê 138 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Teq û Req - Çûko

Weyla çûko rebeno tu ketî xefka heseno
War û hêlîn xera bûn ne qirşik û ne beno

Çûkê mêrga belekê lê tiriya wîna xelekê
Heseno bêîman e xefka wî ne henekê

Çûkê'm çûkê beytikê niklê wîna kinikê
Erê çûkê'm lepikê li ber goştê berxikê

Weyla çûko rebeno tu ketî xefka heseno
War û hêlîn xera bûn ne qirşik û ne beno

Gotin û Mûzîk: Îmad Kakilo
Sereraskirin: Teq û Req
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?