Teq û Req - Pela Dawî ya Salnameyê
wêneyê hunermendî:ê 75 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Teq û Req - Pela Dawî ya Salnameyê

Îro dawiya salê ye
Saleke din çû ji emrên me
Lê xem nake ooo...
Hêvîdarî li ser piyan e

Qada rastiyê vala ye
Çewtiyê konê xwe vedaye
Me çi kir û nekir
Biryar yekalî maye

Sala çûyî ji emrê me pir tişt dizî
Bi hêviya saleke bê mixabin û bê xwezî

Xewn û xeyal kêm jî mabin
Tê bikoşe ji bo dinê
Da ku nebêjî ax ax!
Sal bi sal xwezî bi par

Sala çûyî ji emrên me pir tişt dizî
Bi hêviya saleke bê mixabin û bê xwezî

Gotin: Yunus Orak
Mûzîk: Erdal Dağhan
Sererastkirin: Teq û Req
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?