Teq û Req - Serjimêrî
wêneyê hunermendî:ê 65 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Teq û Req - Serjimêrî

Dem di dergûşê de kal bû
Hûtê heftserî, Bozê Rehwan, pîrebok…
Şevbuhêrk ji şîr vebûn,
Bi piyan ketin zarok

Stran negihiştin perê bajaran
Di mehdika şaristaniyê de welatek
Gund bi gund lal bû!

4 hezar gund
30 hezar kuştî?
3 milyon penaber
Ji devê berdevkê fermî ev xeber
Hêj jî em nizanin hejmara bî û sêwiyan!

Helbest: Arjen Arî
Mûzîk: Yunus Orak
Sererastkirin: Teq û Req
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?