Teyîboyê Sêrtî - Bişarê Çeto
wêneyê hunermendî:ê 70 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Teyîboyê Sêrtî - Bişarê Çeto

Çeto dibê: Bişaro lawo
Bejna Bişarê Çeto, Bişarî Axê
Kulîlka li nava kûnciya
Hêşîn dike
Li Gozelderê, li Marîbê, li ‘Eynqesrê
Li Kêşa Xerzan, li Birinciyan
Dema ko Bişarê Çeto Bişarî Axê
Dibû mehkûmê serê çiya
Gelekî dilê min
Bi rehma Xwedê xweş bû
Min digo qê wê bigîje eskerê Eliyê Ûnis
Bibe Qewmê Çiya
Min nizanibû ji axe û axelera
Xwe girtiye Hesoyê Birahîm
Axayê Bişêriya
Roj li nîvro du heb cendirmê Romê
Bi destî Bişarê Çeto, Bişarî Axê girtin
Wî derxistin ji nava ciya û balgiya
Destê wî xistine darê kelepçê
Berê wî dane Hepisxana Belîsê
Li qarşî Seraya Hikûmatê
Destê xwe avêtine kosteka saeta
Ji berîka te deranîn
Ji gotinê ‘alemê lawo
Destê xwe li hev didan
Lawo ji xwe re bi te keniyan

Bişar dibê: Çeto babo, Xwedê dihebînî
Tu henekan bi min neke
Belgî Xwedê û Rebê Alemê
Tû car ya bêkeysî bi serê
Tu kurê camêran ve neke

Babo qê bîra te nayê
Li bîra xwe bîne
Roja destê bavê min
Li darê kelemçê de bû
Di pêşiya Mifirza Sêrtê de bû
Ew roj min dest hilanî
Min avête derênca Têlanê
Pêşiya Mifirza Sêrtê

Min başçawîşa dikûştî
Li ser cendekê yûzbaşiyan danî
Bi kotek û darê zorê
Bi devê fidaiyê
Min babê xwe ji pêşiya
Mifirza Sêrtê deranî
Kûm û kolozê babê min
Di nava bêlûka Romê de mabû

Min kûm û kolozê babê xwe
Ji nava bêlûka Romê deranî û anî

Babo qê bîra te nayê
Roja şerê Kelemerana şewitî
Min ecêb û sosreteka giran
Bi serê Mihemedê Bişar ve tanî
Min derbekî dabû li bejn û bala
Xelîlê Mihemed, li babê Cemalê
Li Teharê Zêrê li zavekî salê
Min tovê xweşmêra ji mala
Mihemedê Bişar danî

Babo qê bîra te nayê
Li bîra xwe bîne
Mehîna Fetah Begê Mîrê Xerzan
Li Mêrga Bizêziyê
Min berê sûstemê danî ser mifta qeydê
şikand û dingan de ji te re anî
Babo Xwedê dihebînî
Henekan bi min neke
Te rihê min bi tan û niçan deranî

Çeto dibê: Bişaro lawo
Ez ê bi diyarî Girê Berana diketim
Bi kizin e
Tivinga li ser destê
Bişarê Çeto Bişarî Axê
Bi sê toq e bi sê bazin e
Ez gelekî caran di odekê
Kurê camêran de dirûniştim
Ez bi te dipesinîm min digota:
Bişarê Çeto kurê min e
Ji tirsa du heb cendirmê Romê
Te kulav li xwe kir
Ji xwe re bûyî şivanê bizina

Bişar dibê: Çeto Babo, Xwedê dihebînî
Henekan bi min neke
Tu here li Qesra ‘Eynqesrê rûne
Tembiyekî li Gula bûka xwe ke
Bila rojeka weka roja gorişmê
Bila şar û xêliyê xwe li xwe ke
Demançê li cêba xwe ke
Roja gorişmê
Li qarşî Seraya Hikûmetê
Bila bîne demançê bi destê lawê te ke
Bila wê rojê bitûnê axe û axeleran
Bi topa ‘alema Belîsê ve
Wê rojê were temaşa lawê xwe ke
Ez ê wê rojê bi îzn û îrada Rebê xwe kim
Ez ê destê nobetçiyan, midûran, qirdiyanan
Temamî bi qeyd û bi lele kim
Ez ê deriyê Hepisxana Belîsê
Li topa girtî û mehkûman vekim

Dilê min evdala Xwedê keto meto
Min dît Gula Bişar şar û xêliyê xwe
Li xwe kir ji mal derketo
Berê xwe daye Hepisxana Belîsê
Li qarşî Seraya Hikûmatê
Roj li nîvro
Demançe da destê Bişarê Çeto
Sibe ye ez ê diyarî
Hepsa Belîsê diketim li kaşa
Tilî û pêçiyê Bişarê Çeto, Bişarî Axê
Xalî nabe ji gustîla sê payî ji qaşa
Hepsa Belîsê têr î tijî ye
Xilas nabe
Ji tirka, ji kurmanca, ji axe û axalera
Ji teketûkê qizilbaşa
Bişar di ‘eynî deqê de
Gazî dikir li topa erqedaşa
Temamî destê xwe li hev didan
Digotin: Yaşa ji te re Bişar Axao, yaşa
Ji wê rojê hetakî weka îro
Yazmîş bûye li paytextê tirko
Li Xopana Enqerê
Li qapiyê Hepsa Belîsê qeyd bûye
Li kitûkê Mistefa Kemal Paşa
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î