Tuqasa Xemo - Fatim Were
wêneyê hunermendî:ê 40 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Tuqasa Xemo - Fatim Were

Fatim gula miclîs a,
Delal gula miclîs a,
Dest berda dîsa dîsa,
Fatima gula miclîs a.
Dî were, dî were,
Dîdim were, Fatim were lê lê.
Fatimê tendûr dada,
Delalê tendûr dada,
Rîşê şarê hûr bada,
Fatimê derê xwe dada.
Dî were, dî were,
Dîdim were, Fatim were lê lê.
Fatim gula tetika,
Delal gula tetika,
Dest berda ser memika,
Seyrana dilê lawika.
Dî were, dî were,
Dîdim were, Fatim were lê lê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î