Tuqasa Xemo - Yara Min Bedew e
wêneyê hunermendî:ê 43 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Tuqasa Xemo - Yara Min Bedew e

Yara mine bedew e,
Çavreşa nava gund e,
Yar mala kê.
Bejna Narê sorgulî,
Deşt û zozan xemilî,
Agirê dilê mi vêsîne,
De tu were cem min.
Yara mine bilind e,
Kulîlka nava gund e,
Yar mala kê.
Bejna Narê sorgulî,
Deşt û zozan xemilî,
Agirê dilê mi vêsîne,
De tu were cem min.
Keçik çima ditirsî,
Ne ez xort im tu qîz î,
Yar mala kê.
Memikê Narê wisan e,
Mîna sêv û hirmiyan e,
Agirê dilê mi vêsîne,
De tu were cem min.
Sibê deweta min te ye,
Dinê alem şade ye,
Yar mala kê.
Bejna Narê sorgulî,
Deşt û zozan xemilî,
Agirê dilê mi vêsîne,
De tu were cem min.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î