wêneyê hunermendî:ê 48 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ûsivê Elîyê Mihikê - Evdal Bego

Olo mîro Evdila begê mîrê zirav vê sibê ji mal siyar bû, wayê mîro lo kelimîn e,
Olo mîro şûr girêda, mertalgir e lo xwaşazîn e,
Kafirê Omer Çerkez şandiye pey defçiyê, lo sazbendî ne,
Evdila begê mîrê zirav go kafirê Omer Çerkez ev çi def e, wayê mîro lo çi zirne ye,
Go Evdila bego lawo lê tu nizanî def û deweta kalebavêm Eyşo xanima
Lo dayîka te ye, lê way mîrêm,
Ax de way mîr, way mîro, lê way mîrêm.
Olo mîro Evdila begê mîrê zirav gogavê Omer Çerkez Kela Topraxqelê lo giyabîn e,
Go kafirê Omer Çerkez lê tu nizanî qîz û bûkê, lo me heznî ne,
Wayê mîrê, wayê mîro lo xwaşwezîro, were mal da helisiyo,
Kuro gazî giro, rabe dere wele Evdila begê mîre zirav, lo roja wîro, lê wayê mîrê.
Olo mîro va mîreka, wayê mîro lo şerek danî,
Wayê mîrê mi xwîn dikişe, lo çem û kanî, were wer dinyayê wer dinyayê, felek
e, xayîn e, Dîwan teng e sûr e, nizm e milê Evdila begê mîrê zirav dirêj e, lo tê hilnayê,
Way mîrê de way mîrê, way mîro lo bêtevdîro.
Lo lo mîro Kela Topraxqelê ketê hê hê hê, lo li hember e,
Olo mîro qema destê kafirê Omer Çerkez wayê mîrê minê tûncê zer e,
Were qeme çiqasî dirêj e lo ew qasî ber e,
Qemekî daye Evdila begê mîrê zirav daxistibû lo ser eniya kevir, lê way mîrêm,
De way mîrêm, way mîro, lo bêtevdîro.
Olo mîro Qela Topraxqelê, wayê mîro lo kela zêra,
Olo mîro kafirê Omer Çerkez sekiniye banê bilind Eyşo xanimê ra lo dide çêra,
Eyşo xanimê dengekî duduyan çubinî kire gazî go lawê mi, çê be çê bixebite,
Minê beranê gel î qerqaş xweyî kiriye, lo çi rojê ra,
De wayê mîrê mi, wayê mîro, lo xwaşwezîro,
Were mal da helisiyo, lo gazî kiro,
Rabe dere were Evdila begê mîrê zirav lo roja wî lo lê wayê mîrê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î