Ûsivê Elîyê Mihikê - Hey Lo Lo Uso
wêneyê hunermendî:ê 50 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ûsivê Elîyê Mihikê - Hey Lo Lo Uso

Hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê Meyayê,
Porsorê, porgewezê, porê serê xwe belayê,
Wezê destê te da ketime qîrê vê qetranê vê belayê,
Were cara vê carê ramûsanekê bide mi da ji nava sing û beran,
Wez yolçî me mi dereng e hey canê, hey canê.
Hey lê lê lê lê lê û hey lo lo lo lo lo lo Ûso,
Heyrana Ûso me sebir ke wan qiran û bizanê,
Wez ê bêjime şêr û şênbaza mala bavê xwe da wê da,
Têke wedê tejîk û tûlan e, hey cano, hey cano, hey cano.
Hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê Meyayê,
Porsorê, porgevezê, porêserê xwe belayê,
Wez ê Ûsê me Ûsêkê çawa bikim,
Wez ê donzde qevda bidim serê şûrê xwe qeza kim,
Were wezê hezar hefsêd mêrê mala bavê te perengî çê hesab nakim,
Wez ê danê vê êvarê êla mala bavê te ji hev bela kim,
Hey can, hey can, hey canê.
Hey lo lo lo lo lo û hey lo lo lo lo lo Ûso,
Heyrano Ûso, serê sibê li me zer bû, serê sibê li me zer bû,
Devê koçî gelî êlanî û Kîkan, Milan û Mirdêsiya,
Li ber çemê Heranê me der bû, heyrano Ûso,
Paxirê pûxirê mala bavê te hatin zêrê mala bavê mi ra beramber bû,
Hey cano, hey cano, hey can.
Hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê Meyayê,
Porsorê, porgevezê, porê serê xwe belayê,
Rast e serê sibê li me zer bû,
Devê koçî gelîyê êlan û Kîkanî, Milanî, Mirdêsiya,
Li ber çemê Heranê li me der bû, lê lê zeriyê canê de tu nizanî,
Paxirê pûxirê mala bavê mi hatin zêrê mala bavê te ra bi sê ser bû,
Hey cano, hey cano, hey can.
Hey lo lo lo lo lo û hey lo lo lo lo lo û hey lo lo lo lo lo Ûso,
Heyrano Ûso, wezê ramûsanekê bidime te ji nava sing û Beran e,
Tirsa mi ne ji wê tirsê ye tu dibêjî heval û hogirê xwene,
Hey cano, hey cano, hey can.
Hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê Meyayê,
Porsorê, porgevezê, porê serê xwe belayê,
Wez ê sond bixwim keska serê şêx xelîfê vê Bexdayê,
Were tê ramûsanekê bide mi da ji nava sing û beranê,
A va pirsa tu carikê, tu carikê ji devê mi dernayê,
Hey canê, hey canê, hey can.
De here şivan û şivano,
De here şivan û şivano,
Teyê daye serê xwe da liba heft berxano,
Teyê daye pişta xwe da şeşeb û dinavo,
Teyê kiriye piyê xwe da zûle çermê di gano,
Teyê daye destê xwe da çomaqê melê heft kerano,
De here şivano, şivano.
Hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê Meyayê,
Porsorê, porgevezê, porê serê xwe belayê,
Wez ê Ûsê me Ûsê Silîvî me,
Serkarê hezar hefsed malê Zirikî me,
Lê lê dînê canê wezê îsal pêra wa aşiqê bejn û bala te me,
Hey canê, hey canê, hey can.
Hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê lê lê û hey lo lo lo lo lo Ûso,
Heyrano Ûso, îşev şev e şevşilî ye,
De here qiranê pezê nêrike av herî ye,
Tişte qiranê nêriye bajo ser konî bavê min î reş î erebî ye,
Sing û berê mi evdala xwedê te ra him orxan e, hem doşek e, hem zozan e,
hem berî ye,
Hey cano, hey cano, hey can.
Hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê Meyayê,
Porsorê, porgevezê, porê serê xwe belayê,
Rast e îşev şev e şevşilî ye,
Guhera qiranê pezê nêr girtîye av herî ye,
Wezê tîşîme qiranê nêriya bajome ser konê bavê te yê reş î erebî ye,
Sing û berê te evdala Xwedê mi ra him orxan e, hem doşek e, hem zozan e,
hem berî ye,
Xewa orxan û doşeka şîrîn e, sibê tê milê min î,
Apê te yê derkeve ser desta nimêjê ye,
Wê misînekê bide orta qafê mi da sibê qîz û bûkê êlan û Kîkan û Milan û Mirdêsiya,
Wê de kozba sola xwe sapoka mi xin,
Wê bê hey gidî dinya wa Ûsê Silîvî hatiye kuştinê seva kevnejinekî ye,
Hey canê, hey canê, hey can.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î