Ûsivê Mihemmed - Lê Dînê
wêneyê hunermendî:ê 40 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ûsivê Mihemmed - Lê Dînê

Çongê binê belekiyê fêza mala wezê mame,
Were tu dîn î, wî tu dîn î, tu dîn î, wî tu dîn î, tu dîn î.
Ê de Germa nîvro bangê vê berêvarê,
De wê mi ra,wezê kula dilê xwe ra hêdî hêdî heliyame,
Wê wê tu dîn î, tu dîn î wî tu dîn î, tu dîn î.
Wey gidîno malê me danîne zozanê bilind cîkî dêm e,
Ê de rinda min, bedewa min, hebûba minê qeyter hilda, vê navrojê meşiya
çêm e,
Wez evdalê Xwedê wezê mêvanê xalê sing û berê, ne dijminê vê kekê me,
Were tu dîn î, wî tu dîn î, wî bêbextê lê lê tu dîn î.
Ê lê rinda minê, bedewa minê, ne mi te ra digo vir da were, vir da were,
De malê me danîne zozanê bilind, dîsa dewsa warî par e,
Gîdîno wele rabin temaşe kin,
Rinda min, bedewa minê dabû ber eynika gewer toqa zêr î zer e.
Were tu dîn î wî, tu dîn î, tu dîn î, oy ax, wî dîn î tu dîn î oy.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î