Xanemîr - Tê Tê
wêneyê hunermendî:ê 85 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xanemîr - Tê Tê

Tê tê tê ji wêda tê
Şîrînê şerbetê
Dixwazim bibînim
Heta qıyametê

Hate nav dawetê
Kete ber milê min
Dengê daholê tê
Gur gurma dilê min

Tê tê tê ji malê tê
Ber min redi bore
Awiran di avêje
Dilê min di kuje

Pêşberê min rûnişt
Bi misk û emberê
Aqil limin ne hişt
Hate nav dawetê

Tê tê tê bi carekê
Çavreşê beleke
Kes çavan ne bînî
Yê min xwedê nekê

Hate nava dawetê
Ham li ber pencerê
Kesera dilê min
Wek şûr û xencerê

Gotin û Muzîk: Nûdem
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î