Xatoyê Hemo - Gidî Lo Lo
wêneyê hunermendî:ê 44 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xatoyê Hemo - Gidî Lo Lo

Were gidî lo lo, gidî lo lo, gidî lo lo, gidî lo lo,
Were gidî lo lo, gidî lo lo, gidî lo lo, gidî lo lo, wey axao.
Hey lo lo birano, bejna Bavê Şikrî zirav e,
Mînanî têlê têla vê rihanê,
De wekî merî dane bajarê şewitî vê Pîranê,
Bavê Şikrî divê wez ê vê sibê rabim tilî û pêçiyê xwe mifte kim,
Wez ê derê hebsa Sêrtê girtiyan û patima vekim,
A de rengê girtiya zer e, zerûnîn e, lingê wane qeydê ne, destê wane kelebçê ne,
Yê bavê me gazî difire de bira derdê hebsa Sêrtê tu cara çavê xwe nevîne ax.
Hayê hey lo lo birano, bejna Bavê Şikrî zirav e,
Mînanî têlekê têla ket e,
Wêşîn dike, bajarê Sêrtê derê nizaretê,
Bavê Şikrî divê wez ê serê ordiya bifirînim,
Derpîyan u patima berde bira nav û dengê min here sara bistebalê cem dewletê.
Hayê de gava wê gotinê dozde çawîşa dora Bavê Şikrî wan digirtin,
Digo di salixa teyê kuştiye sê maqûlê vê dewletê,
A de wexta milê bavê Şikrî wan digirtin,
Digirtin davêne hebsa Sêrtê lo lo birano sed sal danê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?