Xatoyê Sinco - Ê lê Dînê
wêneyê hunermendî:ê 23 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xatoyê Sinco - Ê lê Dînê

Ê lê dînê mal xirabûyê, mi go xwesiya pîra mine xirab e,
Her sibê mi dişîne kirşa, nîvro mi pêxas dike,
Malî gundîno, bextê kur û qîzê we da me,
Nîvro mi pêxas dike, tî û birçî berê mi dide kavilî gûniya,
Serê min evdalê Xwedê, serê xêrnediya, gurê serê çiya,
Kevir kuçikê wezmana, merê rê û derba, kêvrûşkê devê newala, hirçê devê geliya,
Temam temam halê mi dîna mi, dîna mi, were dîna mi dîna mi,
A de dosta mi, rinda mi.
Ê lê dînê mal xirabûyê, mi go xemê dilê mi xiyalê te dane, bêrê,
Cixarekê mi pêçe bide destê min evdalî kalemêrî,
Çima tu nizanî sê rojê felekê xayîn e kê ra naçine serî,
Ya pêşînmirin e, mirin emrê Xwedê ye,
Merî dimre xwe ra diçe disebire,
De ya dinê xelayî ye, meriv kare sibê hetanî êvarê pê pincara çolê bidebire,
Mal xirabûyê mi go ya dinê wisan e na na, şeka dila fincîna hamûdê bişkê,
Merê bive ser doxtor hekîma bigerîne necebire,
Were dînam, dînam, a de dosta mi, rinda mi.
Ê lê dînê mal xirabûyê, mi go dilê min evdalî Xwedê pele ewrî reş î tarî,
De wê girtiyê ser zozanek, zozana Elegezê,
Gelî geliyê Alxwaşînê, doşek doşeka Axbaranê,
Halê dilê mi ra nizam berf bû yan baran bû hûr hûr barî,
Were dîna mi, dîna mi, de dosta mi, rinda mi, de kawa mi, kubara mi.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î