Xatoyê Sinco - Evdal û Gulê
wêneyê hunermendî:ê 30 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xatoyê Sinco - Evdal û Gulê

Evdal go Gulê malxirabê çûme Xamûrê nav dewletê,
Wey teresê mi go wezê çûme Xamûrê nav dewletê,
Malî gundîno bextê kur û qîzê we da me,
Bejna gula mi zirav e kavilî dêre çawa li bejnê tê,
Go Gulê xêra mala Xwedê ra mîrê miraza ra devê mi deqa nava sing û berê te keta,
De bira fermana min rabûya dewleta Romê,
Were were, a de gula min î, de tu bermaliya mala min î.
Gulê go Evdalo, Evdalo malxirabo, xaniyê keşîş şînqube ye,
Ew xebera tu divêjî devê te zêde ye,
Xeta bela dûrî me ne, teniya dilê mi bigere,
Evdalolooo, Evdalolooo.
Evdal go Gulê mal xira bûyê,
Minê bostanekê avêtiye kundir e, kundirê bejî,
Avekê daye hêsirê çavê xwe û te jî,
Minê Rebê alemê mîrê mezin hîvî kiriye, ew agirê ketiye dilê min
De bira bifire huba dilê Gula mi jî,
Were were, a de gula min î, de tu bermaliya mala min î.
Gulê go Evdalo, Evdalo mal xira bûyo,
Çavê mi reş e, reş bela ne,
Minê rojê heft cara kilê sibhanî bi kil dane,
De bawer dikî bawer bike, bawer nakî here der cînarê mi bipirse,
De heyanî niha minê dozde jinê mêr tev berdane,
Evdalolooo, Evdalolooo.
Evdal go Gulê mal xira bûyê,
Çûme xamûrê nav dewletê,
Malî gundîno bextê kur û qîzê we da me,
Bejna gula mi zirav e kavilî dêre çawa li bejnê tê,
Go Gulê wekî ser sûretê Xwedê mirazê min û teva hev nebû,
Were wez û tu va bûne xwişk û birayê axîretê,
Were were, a de gula kêyî, de tu bermaliya mala kê yî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î