Xatoyê Sinco - Hey Lo Dilo
wêneyê hunermendî:ê 30 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xatoyê Sinco - Hey Lo Dilo

Hay lo dilo, hay lo dilo, hay lodilo, oy oy kinê,
Were hay lo ha dilo, hay lo ha dilo, hay lo ha dilo, wax wax kinê.
Bextê we me mi go bejna kina mi dara spî ye spîndarê,
Wezê lê têr nabim, xulkê şîrîn, lebsê delabetî darê,
Mi go xêra mala Xwedê ra di heft mîrê miraza ra,
Devêm deqa nava sing û berê kina mi keta,
Bira heft sala bibûma eskerê şevreş têketama li cêrgê da,
Heft salê mi biqediya li cêrgê da,
Paşê wezê heft sala bibûyama mêrkuştî xwîndar têketama li hebsê da,
Were hay lo dilo, oy oy kinê, de hey lo dilo way way kinê.
Hay lo dilo, hay lo dilo, way wê kinê,
Wey teresê mi go êvar e halê dilê mi ra mexrebe ye,
De mala me cînarê mala we ye,
Wezê dikim nakim tu gulî serê kina mi da rûnanî,
De bive nebe pêşîkî bavê we ne ji me ye,
De hay lodilo, hay haykinê, de hay lo dilo way way kinê.
De hay lo ha dilo, hay lo ha dilo, hay lo ha dilo, wax wê kinê,
Mi go bejna kinam narincî sore mîrat nagire ber e,
Bejn û bala vê teresê temam zêr e bi zêbil e,
Sing û berê vê kafirê wisan e nava birincê deşta Rewanê Welexana,
De salek dozde meh av li ser e,
Were hay lo dilo, hay hay kinê,
De hay lo dilo way way kinê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î