Xatoyê Sinco - Heydero
wêneyê hunermendî:ê 20 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xatoyê Sinco - Heydero

Heydero lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo,
Mi go dilê porkura sergula dayîka debara xeyala xema,
Malxirabo malê me danîne zozanê bilind bilindanê dilê mi ra van herema.
De mi go Herbikê divê dijminê xelqê têlî delal dûr in dûreze ne,
Dijminê Heyderê lawê mi xelqê mal bi gund e.
Heydero lo lo lo lo lo lo mi go wê derê rûnenê, li de erd e,
De tu çixarekê bipêçe titûnê titûna Termisiyê,
Dûyê çixarê ser pîredayîka xwe da berde,
Dilê pîrêdayîka te hem bi kul e hem bi derd e Heydero lo, ax Heydero lo.
Heydero lo lo lo lo lo mi go heciyê me çûne hecê,
Heca peya qediya da serê wez porkura Xwedê çûme pêşiyê,
Minê pirsa Heyderê lawê xwe lê kiribû,
Go bêje çiqa çi nîşanê lawê te hene,
Mi go serî da fînoyê sor î tolizî ye, qotikeke reşemecîdî ye,
Hespeke boze xalxalî ye,
Go ev nîşanê tu dibêjî here Hekoyê Bemayê, birayê Besrayê,
Xarê sûka te deribe, qoce qocê Stenbolê, Qeredengiza şewitî,
Wê xwe daye ser kome komê vê qûmarê Heydero lo.
Heydero lo lo lo mi go, hespê delalê dilê min î çal e,
Hespê gede lawê min î çal e,
Wezê qerefilê pozê xwe jê ra bişînim, bira hespê xwe ra têke nal e,
Wexta diçe welatek welatê xerîbê,
A de bira nevêjin çi siyarekî bêpergal e,
Heydero lo, wez heyrano lo way.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î