A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Xecê - Dilê Min Zagros e
21 Xwendin
0 Ecibandin
Gotinên Stranan

Xecê - Dilê Min Zagros e

Min xatir ji te nexwest, ez diçim ser çiyan
Tu ji min nexeyide, dayika dilşewat
Hevalê'm tev çûne, ez mam li ber dîwaran
Gazina ji mi neke, ez bûme ker û lal

Dilê min Zagros e, digerim ser Sîpan
Ez bûme teyrê baz, difirim ser welat
Ger ez şehît bibim, dayikê tu serfiraz
Lê dû min tu negirî, bigirî govend û dîlan

Dûr ketim dayika min, hêstra nebarîne
Ji bo derman bike, dilê te birîne
Azadiyê tînim, ji bo te mizgîn e
Gazina ji mi neke, ez bûme gerîla

Dilê min Zagros e... (Dîsgotin)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?