Xecê - Can Cana Min Şêrîne
wêneyê hunermendî:ê 102 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xecê - Can Cana Min Şêrîne

Can cananim şêrîne ,li cîhanê wek wê nîne
Xwîn şêrîne wek zîne, dilê mi’b can evîne
Can ez şervanê te me wez şervanê bavê te me
Tû ya minî wez yê te me ,ez gorî wan çavê te me
Canê ez şervanê te me, canê ez şervanê te me

Navê canam pir xweşe, xwîn şêrîne çav reşe
Dû dikevim gava dimeşe, dilê mi’b canê geşe
Can ez şervanê te me wez şervanê bavê te me
Tû ya minî wez yê te me ,ez gorî wan çavê te me
Canê ez şervanê te me, canê ez şervanê te me

Dil denge kî dizî, dengê cana min dizî
Şevê rengê xwe anî, ji çavê cana mi deranî
Can ez şervanê te me wez şervanê bavê te me
Tû ya minî wez yê te me ,ez gorî wan çavê te me
Canê ez şervanê te me, canê ez şervanê te me

Geram geram ez geram, cîhanê tevda geram
Dilo wek canêm nedî, min wek bejna wê nedî
Can ez şervanê te me wez şervanê bavê te me
Tû ya minî wez yê te me ,ez gorî wan çavê te me
Canê ez şervanê te me, canê ez şervanê te me

Gotin û Muzîk: Alan Botan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?