Xecê - Felek Ev Çi Bazar e
wêneyê hunermendî:ê 253 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xecê - Felek Ev Çi Bazar e

Roj di qefes li zindane
Gur dizûrin li meydane
Çi bext e ev çi dewran e
Felek ev çi bazar e lo

Bi fîgan û hawar e dil
Sing sêla sor tev ar e dil
Sed derban birîndar e dil
Ka îro dil çar par e lo

(Dîsgotin)

Birîna min çendî kûr e
Lêhiya xwîn jê difûre
Li ser gerdena min şûr e
Gelo mirin çend car e lo

(Dîsgotin)

Gotin: Miraz Ronî
Muzîk: Bülent Turan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?