Xecê - Gulfiroş
wêneyê hunermendî:ê 154 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xecê - Gulfiroş

ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,
pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.
gul bi dil didî.

hebû me yek dil, tev jan û kul bû,
ne bûme bawer, gul bi dil bidî.
gul bi dil bidî.

bazar me kir go, ser bi ser nadim,
ê gulperest bî, can û dil didî.
can û dil didî.

min go kî didî, can û dil bi gul,
go: ev bazar e, dil bi kul didî.
dil bi kul didî.

min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,
go ho cegerxwîn, dil bi gul didî.
dil bi kul didî

Helbest: Cegerxwîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?