A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Xelîl Xemgîn - Delal
59 Xwendin
0 Ecibandin
Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Delal

Heylo lo delal..., lo weylo, loweylo.... xem û xeyala min heylo lo weylo....
Delal. Delalê min delalîne, siwarê hespê kihêlî nêrî kab hişîne,
Telesma ser devê delalê min, simêlên sohrî henabîne bi ser rûyan de, şikestîne.
Hogê binê beriyê, stêrka serê sibê, gelewêja birbangîne, lo wey lo....
Delalo wezo, ya bext reş û ser bi dumane wezo, ya dewran lê qulibiya ya wezo,
Ya li ebrê Milan, li navbera çît û perdan û stûnê konan de, bext û miraz lê
şikestiya ye wezo, na weleh, ya li ebra Milan weza ji delalî malê re nemayo
weylo..... xem û xeyala siwarê dilê edûlê weylo....

Delalo were mala, wez bi qurbano were mala,
Serê vê sibê ji pêşiya deriyê mala rabûn, sê karên, sê xezala...
Yekê xwe daye pêşiya delalê malê, herdu yên din, jêra hogir û hevale...
Yadê, dikim taştiyekê ji delalî malê re çêkim, wez dikim berxê berderiyê kozê,
Yek salî, dolê wî beranî, jêre serî jêkim, di sinîka zîv û zêr de, bi birinca
qerejdaxê, rûnê heft hîzan û kûzan, jê re lêkim, lo weylo...
Gava delalî malê qayîl nebe, wezê sîng û berê ubêda, stuyê gerden û morî û
mircanan, bi zendên gistîr û bazina, bi hemêla qumrîka, jê re bi serda li bakim....
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Stranên din ên Stranbêjî/ê