Xelîl Xemgîn - Hatin Hatin
wêneyê hunermendî:ê 137 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Hatin Hatin

Hatin, hatin dayê wa hatin
Çendî şêrînin, gulê welatin
Wekî tîrêjên roja helatin
Dilê me hemiyan bo wan xelatin.

Keç û lawên te ji cergê çiyan
Wane derhatin, bakin gundiyan
Xemla bejna wan, tirsa neyara
Mizgînya rojê, derya felatin.

Çendî hogirin, dil bi evînin
Bi soz û biryar, ziman şîrînin
Şêr û egîdin, pilng û bazin
Li hember neyar zinar û latin

Gotin: Hekim Sefkan
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?