Xelîl Xemgîn - Hoy Çemo
wêneyê hunermendî:ê 140 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Hoy Çemo

Hoy çemo, çemo hoy çemo, çemên Kurdistan
Tu car ji bîr nabe lo çemo, ew şerê giran.
Kanyên te derbûn lo çemo, ji dilê Niştiman.
Teniş û ava te sor bûn, bi xwîna Şehîdan.

Çiya û zozan di xemilîn bi rewş û çivên te.
Şalûr û bilbil hezdikin ji xum xuma te
Gelek hozan û mamostan xwendin li ser te.
Eger Mihê, Ehmed, Zinar ji bîra te ne re.
Azadiya çax û dema wê li te vegere.
Cudî ji Botan re pişte, tu jî kembere.
Ji lewre Dêrîka Hemo bi we bawere.

Hemu giyane ava te, rewa û jîne
Rewa dide koka çiya û dilivîne

Her mîna dilê Partîzan bi ar û kîne.
Bi hêrs pêlan radike û dikelîne..

Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?