wêneyê hunermendî:ê 203 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Name

Zuha bûn rundikên çava ku min dît.
Bejin û bala narîn, gulî di hejîn.
Gul û sosin hatin li dorê dicivîn
Ji çerxa felek re got, rawest ez heme.

Çerxa felek xwe negirt li ber canê can.
Canê ku bû aton û bombe û volkan
Bû pêşeroja di çavên zarokan.
Canê xwe da nik sosina, şax vedan.

Kara xezala li birca bilind kalî.

Li mêrga Memê Alan hîn bû û çêrî
Li textê Zîna Zêdan rûnişt mexelî
Vexur ji ava Minzurê bi helalî.

Ruxand rûyê qadê tavek erd germ kir.
Bi arê evîna dil hesinê nerm kir.

Li canê narîn gerand, fitîl di bera kir
Zîlana min bisk û kezî hine kir.

Bipirsin ji çiyan lez û beza min,
Bipirsin ji ewran rengê baskên min.
Bipirsin ji bazan hêlîna min
Ji awrên zaroka pirskin evîna min.

Kewika Kurda, xelata aşitî
Per û baskên di xwînê de veşartî
Dirêse tevin û teşiya azadî.
Bihara çiya, gulsosina siroştî.

Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?