Xelîl Xemgîn - Rapêrîn
wêneyê hunermendî:ê 113 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Rapêrîn

Îro va ye ferman hat, kurdno rabin cenge ev

Ta serxwebûnê em herin, di vê rê de nîne rev
Kevrê destê bi çûkan, bû ye bombe, tang û top
Her derê serhildane, gund û bajar, rê û şop
Lêxe gelê min bese, ev bindestî û zulm û zor
Ev roj roja cengê ye, hersê ala hildin jor.....

Bila her kes bibhîse, deng bi erş û ezman xin.
Bila dinya biheje, mirina tirsê li darxin....
Bê tirs û ji dil û can, eve gelê kurdistan
Serhildane her dever, dijî zulma kedxweran...

Darbesta şehîdê xort, ser milên xwe datîne
Bi hêrsa dilê xwe re, mizgîna rojê tîne
Xortê kurda li qadan, îro va ye pêşketin

Di şopa rêberê mezin, wek şêra ar û pêtin

Gotin: Hekim Sefkan
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?