Xelîl Xemgîn - Tu Sorgul î
wêneyê hunermendî:ê 110 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Tu Sorgul î

Tu sorgulî ez bilbil im
Li ser te her dem dinalim
Li ser te ceger bi xwîn im
Şev û rojê bi fîxan im
Ez rêwiyê rêya gulim

Kehnî du çavên mêr kuj in
Avjîn zelal û paqij in
Lê çi bikim ev bûne çend sal
Keftar û gur jê dimijin
Kedxwar û neyar dimijin

Wekî bûka dest bi hine
Te revandin ji destê min e
Va ye em hatin sorgula min
Tolhildan bûye sonda min...

Çol û çiya me qetandin
Kelem tev de me şikandin
Ji bo ku tu ser bi xwe be
Xort û keçan xwîn rijandin

Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?