Xelîl Xemgîn - Zindan
wêneyê hunermendî:ê 181 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Zindan

Çi reş û tarî ev zîndana
Çi kur û tenge ev bêjiyana
Ji hawîr dorêm tev tên nalîn
Ji cerg û dilê tev têne xwîn

Çi dijware ev birîn,
Dilop, dilop jê tê xwîn
Dil tije bû ye ji kîn
Dikelin hêrs û nifrîn

Cîhan şêrîn û ciwan
Tevde birc û tev eyiwan
Ê me tev heps û zîndan
Esîrin ji bo Kurdistan

Ev çi jîne em tê da ne
Zulm û zor û lêdane
Çav sor û hov, har û sah
Duxwene goştê mirovah

Ewrên reş û tarî û giran
Tu car nabuhrin bê baran
Şoreş nabe bê zîndan
Zîndan nabe bê berxwedan

Rêzane kî pir bi dom
Rêberê me bû mazlum
Ala berxwedanê Hilda
Ew bû kawa yê kurda

Kemal û Xeyrî û Ferhad
Şehîd bûn ji bo welat

Ala Mazlum bernedan
Di vê rê da wan can dan.

Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?