Xelîl Xemgîn - Bêhna Te Dikim
wêneyê hunermendî:ê 1439 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Bêhna Te Dikim

Tîn û germa havînê
Ji qermûşa birînê
Ji etona qurşînê
Ji qermûçkên eniyan
Bêhna cilê gundiyan
Ji qêrîna sêwîyan.

Bêhna te dikim, bêhna te dikim
Bêhna te dikim, lê dayê.

Rojên cejn û sersalan
Ji dayîkên hevalan
Ji axîn û mitalan
Ji qêrîna Helepça
Damarên bin kelepça
Ji zora hov û hirçan

Bêhna te dikim, bêhna te dikim
Bêhna te dikim, lê dayê.

Ji dîliyên zîndana
Ji arê bejna ciwana
Ji nav stêrên ezmana
Gava dergûş dihejin
Dayîk lorîkan dibêjin
Bê tirs şîrê xwe dimijin

Bêhna te dikim, bêhna te dikim
Bêhna te dikim, lê dayê.

Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?