Xelîl Xemgîn - Birîndar im
wêneyê hunermendî:ê 866 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Birîndar im

Ji kaniya evinê me, ji axa jînê
Giyanê min ji agir e, ji ava vînê
Li her derê heme, wek bayê evînê
tîrêjek im ji rojê me, ji germ û tînê
Ne mirî me, ne zindî me, birîndarim ez
Li ber keda şehîdan, nobedar im li her derê

Pûk û berfa çiya xwarin, dest û piyên min
Mayina bêbext vemirand, roniya çavê min
Mija reş hat û xwe pêça, li hinavên min
çar diwaran guviştine, bejn û bala min

Ne mirî me, ne zindî me, birîndarim ez
Li ber keda şehîdan, nobedar im li her derê

Tîna agirê zerdeşt im, dengê derwêş im
Ez xemla Adara sor im, şahî û êş im
Awaza evîna bindest, meşa dirêj im
Ahenga hestirên dayikan, ji we re dibêjim.

Ne mirî me, ne zindî me, birîndarim ez
Li ber keda şehîdan, nobedar im li her derê

Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?