Xelîl Xemgîn - Bûkê Delalê
wêneyê hunermendî:ê 519 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Bûkê Delalê

Bûkê delalê rabe xwe karke
Xemla xwe girêde bejna xwe dake
Şûşa miskê bi serê xwe dake
Zava şêrîn e xortekî pak e

Bûkê delalê bûka kurda yî
Wek şemamuka li nava werza yî
Çendî şêrîn î tu, çendî hêja yî
Tu ezîza ber dilê zava yî

Bûkê delalê tu xwe negirîne
Hêstirê çavên xwe bes nebarîne
Dilê dayika xwe tu neêşînî
Zava ciwan e lê pir xwîn şêrîn e

Lê lê bûkê lê rindikê
lê lê gewrê rabe rabe
Çava kilke. Xwe li bake şêrîn bûkê
Dilê bûkê tiketik e
Xema neke zava pak e
Lezke lezke, haydê lezke
Lê lê bûkê narîn bûkê

Ev ç bûkeke çeleng e
Xêlya bûkê reng û reng e
Def û zirne girmegirm e
Çima ji we naye denge
Werin bigrin vê govendê
Bigerînin li nava gundê
Bûkê derxînin dereng e
Bêhna zava gelek teng e

Dawet xelas, cil û palas
Herkes çû mal ref bi ref e
Bxwk ditirse û dilerize
Dilê bûkê tiketik e
Zava dîn e, bê îman e
Bûk delal e, pir şermok e
Mal ava kirin bi kedê
Sed pîroz û mibarek be

Gotin: Gelêrî + Dîyar
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?