Xelîl Xemgîn - Delala Min
wêneyê hunermendî:ê 367 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xelîl Xemgîn - Delala Min

Hevala vîn û jîna min
Dil û ziman û xwîna min
Ketin û rabûna min
Tunebûn û hebûna min
Hevala min, delala min

Tu yî tîna hinavên min
Roniya herdu çavên min
Hevala min, delala min
Gula cejn û sersala min

Tu xemên min direvînî
Birînên min dikewînî
Ta wek mûmê dişewitîne
Ka jîna min bixemilîne
Hevala min, delala min

Rêya dozê tu biryar î
Barê giran xweş dizanî
Hevala min, delala min
Gula cejn û sersala min

Tu yî peyman û soza min
Bayê xweşîn, bahoza min
Nivîsara silavên min
Bêhna kulîlk û gulên min
Hevala min, delala min

Gulbihara newroza min
Hevala rê û doza min
Hevala min, delala min
Gula cejn û sersala min

Gotin: Rûxweşê Zîvarî
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?